Partiyên Kurdî bo Iraqê: Divê Pêşmerge vegere Kerkûkê

Partiyên Kurdî yên Kerkûkê ji bo gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê, dê destpêka heftiya bihê û berî ku li gel Hewlêr û Bexdayê bicivin, li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bicivin. Partiyên Kurdî herwiha du raport derbarê rewşa Kerkûkê de amade kirine, û daxwaza vegera Pêşmerge û danîna kesekî Kurd wek Waliyê Kerkûkê dikin.
Li gor zanyariyan, şeş partiyên Kurdî derbarê rewşa Kerkûkê de du raport bi gelek hûrgiliyan ve amade kirine, ku têde behsa binpêkariyên li hember Kurdan, proseya erebandina Kerkûkê, destdanîna ser zeviyên Kurdan, dûrxistina rayedarên Kurd ji saziyan û valahiya emnî ya li wê parêzgehê hatiye kirin.
Weke amadekariyekê ji bo civîna li gel hikûmeta Iraqê û gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê bi rayedarên Iraqî re, biryar e partiyên Kurdî di destpêka heftiya bihê de li gel PDKê bicivin.
Berpirsê Melbenda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Îbrahîm Xelîl derbarê wan raportan de ji Rûdawê re ragihand: “Me wek şeş partiyan du raport amade kirine, raportek bi Kurdî ji bo her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û raporta duyem jî ji bo hikûmeta Iraqê ye.”
Partiyên Kurdî di raporta xwe ya bo hikûmeta Iraqê de, daxwaz dikin bi awayekê bilez Rakan Cibûrî ji posta parêzgariya Kerkûkê bihê dûrxistin û kesekî Kurd wek parêzgar bihê destnîşankirin.
Di beşeke din a raporta xwe de, partiyên Kurdî “ji bo çareserkirina nearamî û nebûna istiqrara li navçeyê” jî daxwaz kirine, ku “Pêşmegre vegere sînorê Kerkûkê û bi artêşa Iraqê re bi awayekê hevbeş dosyeya ewlehiyê ya deverê birêve bibin.”
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Rêbwar Teha jî dibêje: “Mijar ji çendîn dosyeyan pêktê, ya ku ji bo me giring e, dosyeya ewlehiyê ye. Dosyeya ewlehiya Kerkûkê di rewşeke xirab de ye û me li ser rewşa xirab a ewlehiya Kerkûkê hişyarî daye Bexdayê.”
Roja Şemiyê 22ê Sibatê, komîteya şeş kesî ya partiyên Kurdî yên Kerkûkê dê li Hewlêrê bi PDKê re bicivin.
PDK piştgiriya helwêsta wan partiyan derbarê asayîkirina rewşa Kerkûkê de dike û dibêje, “pêwîst e têkildarî pirsa Kerkûkê, di rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danûstandin li gel Bexdayê bihê kirin.”
Endamê Serkirdatiya PDK, Diyarî Hisên ji Rûdawê re got: “Derbarê asayîbûna rewşa Kerkûkê û navçeyên veqetandî, pêwîst e di rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên fermî re be, daku her partiyek bi tenê reftar û serederiyê li gel mijarê neke, û eger wisa nebe dê ti encamek jê dernekeve.”
Partiyên Kurdî yên Kerkûkê herwiha di raporta xwe ya bo hersê serokartiyên Herêma Kurdistanê, pêşniyar kirine ku bi nêzîkbûna dema danûstandina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, “di danûstandinan de nûnerê Kerkûkê hebe û rewşa wê navçeyê jî bilindtir ji pirsa petrol û bûdceyê giringî pê were dan.”
RÛDAW