Parlementerekî Kurdistanê: Bila PKK şerê xwe derbasî Bakûr bike

Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, PKK sebeba serekî ya bordûmana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve ye, ji ber wê jî bila xebata xwe bibe Tirkiyê.
Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksyona PDKê, Muhsin Doskî ji BasNewsê re got, PKK behaneyek e di destê artêşa Tirkiyê da ku êrişî Herêma Kurdistanê bike.
Muhsin Doskî her wiha got, ji ber ku PKKê baregeh û çeperên xwe li nav gund û deverên sivîl de çêkiriye, metirsiyek mezin li ser jiyana welatiyan çêbûye.
Wî parlementerî Kurdistanê da zanîn, heta niha tenê li devera Şêladizê ya Duhokê bi dehan sivîl di êrişên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û zêdetirî 80 gundan jî vala bûne.
Muhsin Doskî bang li PKKê kir xebat û şerê xwe derbasî Bakûrê Kurdistanê bike da ku êdî behaneya êrişê nede Tirkiyê.
BasNews