Parlemana Iraqê bawerî da hikûmeta Mustefa Kazimî

Encûmena Nûnerên Iraqê (Perleman) şeva bûrî ji bo dana baweriyê bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mustefa Kazimî civiya, tê da deng da 15 wezîran û dana baweriyê bi 7 wezîrên din hat paşxistin, ji wan jî hejmarek hatin redkirin.
Piştî dana baweriyê bi kabîneya Mustefa Kazimî, bi riya Twitterê peyamek bi zimanê Kurdî belav kir û ragihand, “Perlemanê bawerî da hikûmeta min,bê rawestandin kar dikim bo baweriya gelê xwe bidest bixin. Spasiya hemû wan berêzan dikim ku piştgîrî li min kirin. Hêvîdar im hemû alî hevkar bin di rûbirûbûna astengiyan û li ser bernameyeke niştimanî bo xizmetkirina Iraqê lihev bikin”.
15 wezîrên kabîneya Mustefa Kazimî bawerî wergirtin, dana baweriyê bi 7 wezîrên din hat paşxistin, ku dê piştre li Perlemanê baweriyê werbigirin, hin ji kandîdan jî hatin redkirin.
Wezîrên bawerî wergirtine û sûnda destûrî xwarine ev in:
Serokwezîrê Iraqê: Mustefa Kazimî.
Wezîrê Perwerde: Elî Hemîd Muxelef.
Wezîrê Darayî: Ebdulemîr Elawî.
Wezîrê Kar: Adil Haşoş.
Wezîrê Jêderên Avê: Mehdî Reşîd.
Wezîrê Pêwendiyan: Erkan Şihab Ehmed.
Wezîrê Pîşesazî: Menhel Ezîz Mehmûd.
Wezîrê Werziş û Lawan: Ednan Dircal.
Wezîrê Plandanê: Xalid Nicim.
Wezîra Avedankirin û Niştecihbûnê: Nazenîn Mihemed Weso.
Wezîrê veguhastinê: Nasir Husên Bender.
Wezîrê Eliktirîkê: Macid Mehdî.
Wezîrê Tenduristiyê: Hesen Mihemed.
Wezîrê Berevaniyê: Elî Cuma Inad.
Wezîrê Navxwe: Elî Osman Xanimî.
Wezîrê Xwendina Bilind. Nebîl Kazim.
Di civîna Perlemanê de, hejmarek ji kandîdan hatin redkirin û baweriya Perlemanê wernegirtin. Herwiha dengdan li ser kandîdên Wezareta Derve û Wezareta Petrolê hat paşxistin.
K24
S. B