top of page

Parlamentera mesîhî derbarê yasaya çaksaziyê de helwêsta pêkhateya mesîhî aşkera kir


Parlamentera mesîhî li Parlamentoya Kurdistanê helwêsta pêkhateya mesîhî ya derbarê bicîhanîna yasaya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê aşkera kir.

Endama fraksiyona hevpeymaniya Yekitiya Neteweyî li Parlamentoya Kurdistanê Robîne Tiyarî ji BasNewsê re ragehand, pêkhateya mesîhî li herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgiriya xwe bo yasaya çaksaziyê ragehandiye.

Robîne Tiyarî got, li qonaxa bicîhanîna yasaya çaksaziyê de, mesîhî wek erkekî niştimanî bi dîtina berpirsyartî û xemxwarinê ve piştevaniyê li bicîhanîna yasayê dikin.

Li gor wê parlamentera mesîhî, bicîhanîna yasaya çaksaziyê dibe sedemê ava kirina hewsengî di navbera mûçexor û hemwelatiyên herêma Kurdistanê de.

BasNews

bottom of page