Parlamenterê HDPê: Testa vîrusa korona ya girtiyek kurd li girtîgehê pozîtîf derketiye

Parlamenterê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglu, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê testa Covid-19ê ya girtiyekê 70 salî pozîtîf derketiye.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê testa vîrûsa koronaya nû (Covid-19) girtiyek 70 salî pozîtîf derketiye. Gergerlîoglu, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê bûyerê de ev agahî da: “Li Girtîgeha Sîncanê, mixabin girtiyek 70 salî bi Koronayê ketiye. Ev girtî di qawîşa L 2 C9 de dimîne. Midurê girtîgehê rewş ji wezaretê re ragihandiye.”
Gergerlîoglu, di parvekirina xwe de Wezareta Dadê etîket kir û got: “Ev 2 heftene ji bo rewşa lazgîn a mijarê em di qilqilîn, lê em daxuyaniyên vê yekê paş guh dikin dibihîsin. Heya ku derê? Divê demildest paketa adîlane, înfaza wekhev û darazê derbikeve.”
Ev yek di demekê de ye ku bang li rayedarên dewletê tê kirin ku girtîyên siyasî werin berdan.
BasNews