Parêzerên Demîrtaş ji bo azadkirina wî serî li dadgehê dan

Ji bo azadkirina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, parêzerên wî serî li Dadgeha Enqerê dan.
Parêzerên hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, piştî biryara Dadgeha Yasaya Bingehîn a tespîtkirina binpêkirinê, ji bo azadkirina wî serî li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Nobedar li Enqerê dan.
Parêzerên Selahattin Demîrtaş; Mahsuni Karaman, Benan Molu, Ramazan Demir, Aygul Demirtaş Gokalp û Sertaç Buluttekin ragihandin ku Demîrtaş ji ber lêpirsînekê heta niha zindanî ye lê ew ne gûmanbarê wê lêpirsînê ye.
Di 9ê Hezîranê de Dadgeha Yasaya Bingehîn biryar dabû ku mafên Demîrtaş hatine binpêkirin, parêzerên wî di çarçoveya wê biryarê de daxwaz ji Dadgeha Enqereyê kirin ku Demîrtaş were azadkirin û dawî li binpêkirina mafê azadî û ewlekariya wî were.
Dadgehê biryar dabû ku Demîrtaş ji dema pêwîst zêdetir di zîndanê de maye û azadî û ewlekariya wî hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn ev biryara xwe ji Wezareta Dadê û Dadgeha Enqereyê re jî şandibû.
RÛDAW