PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin


Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ji ber komkujîya li Hewlêrê ya 1ê sibata 2004an bi peyamekê rûreş kir.

Peyama PAKê wiha ye.

“Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahîya cejnê de ji alîyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jîyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahîyên PDK û YNKê de berpirsên bilind yên her du partîyan jîyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn. Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîye Nivîskarên Kurdistan yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKê jîyana xwe ji dest dabûn.

Em di 16emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.”

01.02.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

📷

📷

📷

📷

📷

📷

Kaynak: PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

Rûpela nû