top of page

PAK: Divê em li himber xeterîya Vîrûsa Koronayê ne bêxem bin


PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji ber xeterîya vîrûsa koronayê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PAK wiha got:

“Vîrusa Koronayê her roj lig elek welatên cîhanê zêdetir belav dibe û heta nuha li Çînê, li Îranê , li Îtalyayê û li gelek welatan bûye sebeba mirina gelek mirovan.

Hinek mirov li Başûr û Rojhilatê Kurdistane jî tûşî vê vîrusê bûne.

Wezîrê Tendirustîyê yê dewleta Tirkîyeyê jî di roja 10.03.2020an de daxuyanîyek belav kir û got li Tirkîyeyê jî kesek bi vê vîrusê ketîye. Lê negot ew kes li kîjan bajarî ye.Ev jî tê wê maneyê ku dikare li 83 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ev vîrus hebe.

Li Ewrûpayê jî vîrusa koronayê li gelek welatan belav bûye.

Jiber ku Vîrusa Koronayê dikare ji mirovekî derbasî yekî din bibe, belav bibe, divê em hem xwe û hem jî dor û bera xwe biparêzin. Divê em li himber xeterîya Vîrûsa Koronayê ne bêxem bin

Em bangî hemû mirovên li her welatekî cîhanê dikin da ku guh bidin hişyarîdayînên kes û dezgehên tendirûstîyê yên di derbarê Vîrusa Koronyê de û tedbîrên pêwîstî bê heye bigirin.”

11.03.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kaynak: PAK: Divê em li himber xeterîya Vîrûsa Koronayê ne bêxem bin

Rûpela nû

bottom of page