top of page

PAK û PSKyê li Amedê panela bi navê ‘’ 95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar xistin Kaynak:


Bi minasebeta 95emîn salvegera destpêka Tevgera Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû, bi organîze kirina PAK û PSKyê li Amedê di roja 13.02.2020an de paneleke bi navê “95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar ket.

Moderatorê panelê, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanê Kurd Enwer Karahan bû. Axaftvanên panelê jî, Nivîskarê Kurd Amed Tîgrîs, Lêkolînerê Kurd Kerem Serhedî û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bûn.

Panel li Odeya Muhasebecî û Malî Muşawîran a Amed birêveçû.

Gelek sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên Kurd, endamên Komeleya Şex Seîd beşdarî panelê bûn.

Panel ji 3 beşan pêk hat. Di beşa yekem de Enver Karahan helbestek di derbarê Tevgera Şêx Seîd de xwend. Di başa yekem û duwem de panelîstan derbarê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an a ku bi serokatîya Şêx Seîd Efendî li dar ketibû de agahdarî dan û bîr û bawerîyên xwe di anîn ziman.

Di beşa sêyem de jî beşdarên panelê bîr û rayên xwe anîn ziman, pirsên xwe kirin û panelîstan jî bersîva dan.

Panelê 2 seetan berdewam kir û bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Kaynak: PAK û PSKyê li Amedê panela bi navê ‘’ 95 Salîya Tavgera Şêx Seîd a 1925an’’ li dar xistin

Rûpela nû

bottom of page