top of page

PAK û PSKyê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Kirin


Komîsyonên Jinan ên PAK û PSKyê li Amedê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.

Roja 8ê adara 2020an endamên jin ên PAK û PSKyê ewil li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîyan. Li vê derê daxuyanîyek di derbarê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate xwendin.

Paşê jî endamên jin ên PAK û PSKyê derketin kolanên gereka Ofîs a Amedê û li kolanan de qerenfîl li jinan belav kirin.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û gelek rêvebir û endamên PAK û PSKyê jî beşdarî çalakîya dîyarî kirina qerenfîlan bûn.

Kaynak: PAK û PSKyê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Kirin

Rûpela nû


bottom of page