Pêngavên yekxistin hêza Pêşmerge zêdetir leztir dibe

Şoriş Îsmayîl, wezîrê Pêşmerge ragehand, pêngavên pirose ya çaksazîyê di nav hêzên Pêşmerge de dê leztir bikîn û tekz dike, berengarî tevaya wan asetnegan bibin, ewên dikevin pêşîya piroseya yekxistina hêzên Pêşmerge.
Eb axivtinên wezîrê Pêşmerge yê hikumeta Herêma Kurdistanê, evro di civîna wî de hatin li gel nwênerên hêzên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge, ku her yek ji Serbest Lezgîn, birîkarê wezareta Pêşmerge û Fermande yê Yekeyê 80 û fermandeyê hêza 70 û fermandeyên pile bilindên wezaretê amade bibûn.
Wezîrê Pêşmerge amaje bi pêngavên piroseya çaksazîyê kir û got: Biryara pirojeyasa ya çaksazîya hikuemtê û pesindkirna perlemanî bo wê yasayê, me pabend dike ku hemû bi canek berpirsyarîyê ve rêyan kurtir bikîn û pêngavên xwe leztir bikîn.
Zelal jî kir, delîveyeka guncayî bo cîbicîkirina wê piroseyê hatîye pêş me û tevî hevkarî û hevahengîya Hevpeymanan, îradeyeka bihêz jî di nav alîyên sîyasî, serokatî ya Herêmê û serokatîya Civata Wezîran de bo evê mebestî heye.
Di dawîya civînê de, wezîrê Pêşmerge bi amadebûyan ragehand: bi berpirsyarî ve li evê piroseyê dinerîn û eerkê hemûyane bi cidî kar li ser alîyet û mîkanîzma qonaxên cêbicîkirina piroseyê bikîn, ku di derencam de, duristkirina hêzeka serbixwe û hevgirtî jî durist dibe.Herêm
K24