Pêncem salvegera azadkirina Kobanî

Roja 13yê Îlona 2014yê Daişê dest bi hêrişên xwe kirin bo ser bajarokê Kobanî li Rojava ya Kurdistanê destpêkir. Hêrişên Daişê bûne sedema kavilkirina bajêrî û awarebûn û derbiderbûna xelkê wî bajêrî, lê Kobanî neket û bi fermana serok Barzanî, hêza Pêşmerge sinûrê nêvdewletî ya Îraq, Tirkiya û Sûriyê birrîn û gehiştin Kubanî bo alîkarîkirina şervananên Bajêrî.
Wêstgehên şerê Kobanî:
Li 2yê Çirya Dûyem/ Oktoberê, Daişê 350 gund û avahêyên derdorê Kabanîyê dagîr kir.
Bi sedema wan hêrişan 300 hezar Kurd û xelkên deverê aware û derbider bûn. Pişkekê ji wan berê xwe dane sinûrê Tirkiya. Li 2015yê hejamra awareyan gehişte 400 hezar kes.

Li roja 31 Çirya Yekem/ Oktober 2014yê yekem karwana Hêza Pêşmerge yê Kurdistanê sinûrên Nêdewletîyê Îraqê û Tirkiya Birî û gehişte Kobanî.
Bi alîkarîya Hêza Pêşmerge yê Kurdistanê, Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê û Yekîne yên Kurdî yên Kabanî li roja 26ê Kanûna Dûyem/ 2015 operasyona rizgarkirina Kobanî destpêkirin û roja dûv re şîyan tevaya bajarokê Kobanî rizgar bikin.
Li 2yê Şubatê/2015 heya dûrî ya 25 kîlometran Daiş ji sinûrê bajarêkê Kobanî hatin dûrxistin.
K24