Nasnameya Kurdî ya Efrînê di metirsiyê de ye

Li Efrînê plana gufartina demografî û nehîştina nasnemaya wê ya Kurdî bi awayekî rêkxistinkirî ji aliyê grûpên çekdar ve û li ber çavê artêşa Tirkiyê tê kirin, ku berî dagîrkirina Efrînê, rêjeya Kurdan li wê herêmê ji sedî 97 bû, lê niha daketiye ji sedî 35.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de amar û encamên plana guhartina demografî ya li Efrînê tê kirin belav kirin û diyar kir, piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdaran û dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, guhartina demografiya wê bi awayekî rêkxistinkirî hatiye kirin, hejmarek mezin ji Kurdên resen jê hatine koçberkirin û rê ji bo wan nayê dayîn vegerin ser cih û warê xwe, li hember wê jî bi sedhezaran malbatên Ereb ên ji navçeyên cuda ên Sûriyê koçber bûne lê hatine bicihkirin, bi awayekî ku niha hejmara Ereban li Efrînê ji ya Kurdan zêdetir bûye.
Li gor amarên ketine destê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, rêjeya Kurdan li Efrînê ji berî dagîrkirinê ji sedî 97 bû, lê di meha Çileya 2020an de, rêjeya Kurdan li Efrînê daketiye ji sedî 34.8, li hemberê jî rêjeya koçberên ji navçeyên cuda ên Sûriyê li herêma Efrînê hatine bicihkirin gihîştiye ji sedî 65.20.
Hejmara Kurdên resen ên li Efrînê mane û koçberên lê hatine bicihkirin, wiha ne:
Navçeya Şera:
Hejmara Kurdan (32500) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (46700) kes in.
Navçeya Bilbilê:
Hejmara Kurdan (29400) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (51500) kes in.
Navçeya Reco:
Hejmara Kurdan (36400) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (43300) kes in.
Navçeya Mabeta:
Hejmara Kurdan (38500) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (46600) kes in.
Navçeya Şiyê:
Hejmara Kurdan (17700) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (26000) kes in.
Navçeya Cindirêsê:
Hejmara Kurdan (43400) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (61500) kes in.
Navçeya Şêrewa:
Hejmara Kurdan (47500) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (71600) kes in.
Navenda bajarê Efrînê:
Hejmara Kurdan (53300) kes in, lê hejmara kesên hatine bicihkirin (110900) kes in.
Bi vî awayî, hejmara Kurdan niha li seranserî herêma Efrînê (298700) kes in, lê hejmara Erebên lê hatine bicihkirin gihîştiye (458100) kesî.
Herêma Efrînê ku navê wê Çiyayê Kurmênc e, herêmeke Kurdî ya resen e û ji navenda bajarê Efrînê, 7 navçeyan û nêzîkî 365 gundan pêk tê. Piştî Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve hat dagîrkirin, bi her awayî hewla nehîştina nasnameya Kurdî ya Efrînê tê kirin, ku ji bo koçberkirina Kurdan, xelkê Efrînê rastî revandin û lêdanê tên, demografiya wê herêmê tê guhartin û şûnwar û cihên dîrokî jî tên dizîn û wêrankirin.
K24
S. B