top of page

NA BO ŞER


Bûyer û erîşên duhî, yên ku li İdlibê di navbera hêzên Tirkiye û Suriye rûdaye, bûye sedema mezintir bûna metîrsiyê şer di nava herdu dewletan da. Sedema bingehîn a mezintir bûna xeterê şer, siyaseta hikumeta AKP ye. Li Tirkiyê, hêzên aşitixwaz û demokrat, gelek caran hîşyari didan hikumatê û daxwaz dikirin, ku  karên usa neke, ku aloziya navçeyê kurtir be. Lê belê hikumeta AKP guh neda wan û berdewam siyaseta dagirkeriyê bi rêva bir. Hikumeta AKP li navçeyê, bi taybetî li Suriyê piştgiriya hêzên İslamî yên tundrew kir, deskevtên demokratîk yên kurdan wekî xeter nişan da û dijminayî li deskevtan kir. Îro ji berê eşkeretir bû, ku siyaseta hanê dewleta Tirk gihandiye binbestekê. Heta dereng nebe, divê hikumeta AKP dev jê siyaseta dagirkeriyê berde û leşkerî Tirk ji Kurdistana Rojavayê derkeve. Hikumeta AKP dev jê halwestên xwe yên ku rewşa navçeyê aloztir dikin, berde û bona cigîr kirina arami û asayişê gavan bavêje. Hikumet nabe deskevtên Kurd yên binxetê wekî xeter nişan bide. Şuna vê divê ligel Kurdan pêyvendiyên baş deyne. Şer ne çareserî ye, şer vîrankarî û kavil bûn e! Na bo şer! 03 Şibat 2020 Partiya Sosyalîst a Kurdistan

bottom of page