top of page

Nêrîna Hevpeymaniyê derbarê vegera Pêşmergeyên Rojava de


Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand ku wan hêzên pêwîst li Sûriyê hene û ew hêza HSDê ye heye ku DAIŞê ji nav bibe û ev yek jî di şerê Baxozê de îspat kir û hevpeymaniya Navdewletî  naxwaze ti peywendyan ligel hêzên ewlehî yên din dirust bike ku hemahengê ligel nebe.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara yên derbarê şerê li dijî DAIŞê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de da.

Myles Caggins diyar kir ku wan di wan demên dawiyê de çend operasyonên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne û wiha got: “Ji bo Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê ev çend rojên derbasbûyî hinek zehmet bû bi taybetî li herêma Derêzor û rojhilatê Firatê. Em li wan herêman li dijî DAIŞê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin. Li wan herêmên hinek şaneyên razayî yên DAIŞê hene û em ketine li pey wan. Li Iraqê jî em di asteke bilind de piştevaniya hêzên ewlekariya wî welatî dikin. Di van demên de dawiyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 45 êrişîn asmanî li dijî DAIŞê encamp dane.”

Derbarê armanca wan de Caggins dibêje ku sereke armanca wan ew e ku li herêmên Iraq û Sûriyê rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigirin û ji bo vegera penaberan ew dê êrişên xwe li ser DAIŞê berdewam biki heta ku bi temamî ji nav diçe.

Li ser pirsa “hun pêşbînî dikin hejmara endamên şaneyên razayî yên DAIŞê çend bin?” Caggins got ku ew hejmara şaneyên razayî nizanin çend e, lê ne di wê baweriyê de niha rêxistina DAIŞê bikare deverekê bidest tê xwe bibe, tenê li hinek devaran mînan vedidin.

Caggins da zanîn ku ew nizanin heta kengê dê bi temamî rêxistina DAIŞê ji nav bibin, lê ew niha li Sûriyê û Iraqê li têkoşîna dijî rêxistinê de hevkariya hêzên ewlehiyê dikin û got: “Em di cotmeha 2019an de em ji hinek ciha vekişyan li hêj hinek binkeyên me li deverên Heseke û Derêzorê hene. Em li wan deran piştevaniya HSDê dikin daku DAIŞê ji nav bibin. Herwiha ji aliyê mirovî ve jî alîkariyê dikin û heta niha Amerîkayê zêdetirî milyarek dolar hevkariya mirovî û leşkerî kiriye.”

Di mijara hewldanên hêzên Rûsî yên ji bo bicihbûna li hinek deverên Dêrikê de jî Caggins got ku bi giştî hebûna hêzên Rûsî ji bo wan ne pirsgirêk e, lê ew naxwazin di navbera wan Rûsyayê de bûyerek nexswestî rû bide û got: “Li cihên ku hêzên Rûsî lê hene, çavdêriya me yaa li ser rêxistina DAIŞê lawaz dibe. Ji bo pirsgirêk dernekevin em weke Hevpeyamaniya Navdewletî ligel berpirsên Rûsî danûstandinan dikin û nêrînên xwe ji wan re dibêjin. Em dixwazin ku hemû alî bala xwe bidin li ser jinavbirina DAIŞê. Hêzên me û hêzên wan karê xwe dikin.”

Di beşeke din a axavtina xwe de Caggins ragihand ku piştî destpêkarkirina Mistefa Kazimî weke serokwezîrê Iraqê, wan hevahengiyeke zêde ligel hêzên ewlehiya Iraqê pêk aniye hefteya derbasbûyî hevpeymaniya navdewletî ligel Pêşmerge û hêzên Iraqî li herêma Mexmûrê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîn.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî herwiha amaje kir ku hebûna li bakurê Sûriyê bo parastina petrolê ye ji DAIŞê.

Li ser pirsa “hejmareke mezin a Pêşmergeyên Roj ku yên Rojavayê Kurdistanê ne li vir ligel we şerê DAIŞê kir, hûn ligel wê yekê ne ku ew hêz vegerin Rojavayê Kurdistanê û bibin beşek ji hevpeymaniya we y a li wê derê?” Caggins got: “Me hêzên pêwîst li Sûriyê hene. HSDê ew hêz heye ku DAIŞê ji nav bibe û ev yek jî di şerê Baxozê de îspat kir. Herwiha peywendyên me yên niha ligel HSD û Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê di rewşeke baş de ne. Hevpeymaniya Navdewletî naxwaze ti peywendyan ligel hêzên ewlehî yên din dirust bike ku hemahengê ligel hikûmet û wezareta berevaniyê nîne. Lê belê jinavbirina DAIŞê tiştek e ku divê bala me hemûyan li ser be.”

RÛDAW

bottom of page