top of page

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdarim Kazimî bikare mafên destûrî yên Kurdistanê vegerîne


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî kir, ku kabîneya wî ji aliyê parlamentoyê ve hatie pesendkirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ku bi herdu zimanên Kurdî û Erebî belav kiriye, pîrozbahiyê li Mistefa Kazimî dike, ku kabîneya wî hatiye pesendkirin û hêviya serkevtinê jê re dixwaze.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye û ragihandiye: Hêvîdar im hikûmeta wî bikare aramî, îstiqrar, ximzetguzarî û pêşkevtinê bo welat û maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê vegerîne.

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya duh Pêncşembiyê de, bawerî da kabîneya Mistefa Kazimî û Kazimî bi fermî bû Serokwezîrê Iraqê yê nû.

Di civîna duh şev a parlamentoya Iraqê de, ji 23 wezaretan 15 wezîran bawerî ji parlamentoyê wergirtin, 5 wezîr hatin redkirin û 3 wezaret jî cihê wan hêj betal mane.

RÛDAW

bottom of page