top of page

Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê dê her tim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin


Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 16emîn salvegera êrişên li ser baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê peyamek belav kir û ragihand, “Şehîdên 1ê Sibatê her tim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî dimînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera teqînên 1ê Sibata 2004an li baregehên PDK û YNKê peyamek belav kir li ser hesaba xwe twîterê û ragihand, “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”

RÛDAW

bottom of page