top of page

Mirina siyasetmedarên kurd li Bakurê Kurdistanê


Hasan Ertas Mirina siyasetmedarên kurd li Bakurê Kurdistanê

Mirina siyasetmedarên kurd li Bakurê KurdistanêGotineke pêşiyan a kurdan heye ku dibêjin; “mêrên qels du caran şer dixwazin” ew gotin îro halê siyasetmedarê kurd li Bakurê Kurdistanê aşkere dike. Îcar “mêrên” me ne du caran hertim şer dixwazin û hertim jî pişta wan li erdê ye. Êdî mirina wan ji saxiya wan baştire. Bi giştî sê xetên siyasî li Bakurê Kurdistanê hene. Xeta îslamperestên kurd, xeta PKKê û xeta neteweperestê kurd. Ez ê behsa xwekuştina van siyasetan û siyasetmedarên van xetan bikim.Çunkî kurdên îslameperest ku bi navê îslamiyetê hestên kurdan ê îslamî îstîsmar dikin ketine du îslamgerên Tirkiyê û bûne duvikên wa. Ew îslamgerên kurd ê hero li meydanên bajarên Bakurê Kurdistanê bo xelkê Filistînê derdikevin meydanên bajaran ti rojan bo xelkê Efrînê, Kerkûkê, Mehabadê, derneketin meydanan û wê dernekevin jî. Êdî rûyê wan ê reş xwiya ye. Mirina siyaset û siyasiyên wisa baştire ji saxiya wan.Heger em bên ser xeta PKK, HDP û DBP û fraksiyonên din ê wê siyasetê û serkirdeyên wê jî em dibînin di nava 40 salî da weke serê derziyê jî fêda wan li kurdan nebûye ji bilî, wêrankariya bajar û gundan, mirin, girtin, kuştin sirgun bi ser kurdan da anîne li her çar parçeyên Kurdistanê. Herwiha li Tirkiyê, hevkarên rejima kemalîst li Îranê hevkarê rejima humeynîst û li Sûriyê û Iraqê jî hevkarên rejimên Beasê bûn. Îro jî ew hevkariyên wan ligel rejimên dagirker bi awayekî gelekî xurt berdewam dikin.Êdî çi ferqa xeta neteweperestên kurd jî ji ya PKKê û balên wê yên din nemaye û ew jî êdî bûye balekî PKKê. PKK, weke ku zarokên xwe “bertîl” bike bi dayîna kotayên parlementerî, encûmeniya bajaran û serokatiya şaredariyên bajaran ev xeta siyasî û siyasetmedarên vê xetê jî daye dû xwe. Van siyasetmedaran û siyasiyên xeta neteweperwerên kurd ku her yek ji wan bo ku bertîlekê ji PKKê bistîne komekê û platformekê, partiyekê ji xwe ra datîne û goya bo ew kom û partiyên çend kesî bibin yek jî behsa “yekîtiya neteweyî” dikin. Min beriya bi çend mehan behsa wan armancên wan û halê wan ê komedî jî nivîsî bû.Pêdîvî bi tevgereka nû heyeÊdî aşkere ye siyaseta heyî ya li Bakurê Kurdistanê û siyasiyên Bakurê Kurdistanê mirine û pêdîvî bi fikreke nû, kadroyên nû, tevgereka nû ya siyasî heye. Ew tevgera nû divê ji ciwanan, jinan, akademîsyên, xebatkarên saziyên sivîl û baroyên parêzeran ji her çîna civakê kadro di nava wê da hebin.Ew tevger yan jî platform yan jî partî sosyal demokrast û lîberal be. Mafê hemû kesî li ser esasê yeksaniyê biparêze û armanca wê ya sereke rizgariya Kurdistanê be ji bin dagirkeriyê azadkirina kurdan be ji bin sîstema rejima dagirker.Ew tevgera kurdan divê li her welatê Ewropayê, nûnerên wê hebin û dîplomasiyê bike bo kurdan û bi wî awayî xebatên lobiye bike. Li navendên Ewropa û Amerîka, Rûsya û welatên din ê cihanê derbarê mafê azadiya kurdan konferans, çalakiyan saz bike.Ew tevger rêzê li xebatên siyasî yên parçeyên din ê Kurdistanê bigire û rêkeftinên hevkarî û biratiyê ligel wan îmze bike û destêwerdanê di karûbarên wan da neke û qebûl jî neke ku hizbeka din a parçeyekî din ê Kurdistanê destêwerdanê di karûbarên wê da bike.Ew tevger divê mîrasên dîrokî kulturî û arkeolojîk ê kurdan biparêz e û di vî warî da bi saziyên navdewletî yên weke UNESCO re kar bike. Roj nîne derbarê wêrankirina sûrên Diyarbekirê, binavbûna Hesskîfê û Xarpêtê em naxwînin. Divê ev tevger bizanibe mîrasên dîrokî, ziman û kultur bingeha milletekî ne.Em dikarin gelek tiştan li karê wê tevgerê zêde bikin. Hêvî dikim roj beriya rojekê ciwanên kurd pêşengiya partî û tevgereke wisa bikin. Lewre niha bo destpêkirina karekî wisa ti arîşe li pêş wan nîne û konjonktura siyasî ya cihanê jî îro ligel doz û mafê kurdan e.

Hasan ERTAS 2020 02 19

bottom of page