Mihemed Îsmaîl: ENKS û PYD gavên baş bo yekrêziyê avêtine


Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl  aşkere dike, ENKS û PYDê gavên baş bo gihîştina bi rêkeftinekê avêtine.

Şanda Desteya Serokatiya ENKS duhî bi riya deriyê Fîşabûrê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû. Di wê derbarê de Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, îro civînek bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela û bi beşdariya Komîta Şêwirmendiyê ya ENKSê birêve çû û tê de pirsên taybet bi ENKSê hatin guftûgokirin.

Li ser hevdîtin û danûstandinên di navbera ENKS û PYDê de ji bo yekrêziya navmala Kurdî, Mihemed Îsmaîl aşkere kir: Danûstandinên cidî di navbera herdu aliyan de hene û çavê gelê me jî li wan danûstandinan e û ev hevdîtin ji bo proseya siyasî ya giştî ya Sûriyê jî gelekî girîng e. Yekrêzî û yekhelwestiya navmala Kurdî hêzek e ji gelê me û doza Kurdî re û baweriya me pê heye û heta ji me bê, emê pêk bînin.

Diyar kir jî: Heger rêkeftinek bi PYDê re çê bibe, dê rêkeftineke giştî be û di hemû waran de wek siyasî, îdarî, serbazî û aborî. Derfeteke baş e jî ku ev danûstandin bi piştevanî û çavdêriya Amerîka birêve diçe. Bi hêvî ne ku em karibin gavên baş bavêjin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê tekez kir jî, ENKS û PYDê hin gavên baş di warê siyasî de avêtine û zemîneke baş peyda bûye ji bo ew bigihin encamine baş.

K24

S. B