Miameleya li hember cenazeyê rewşenbîrê Kurd rastî nerazîbûnê hat

Cenazeyê rewşenbîrê Kurd Zeynel Abîdîn Han heta ku gihişt bajarê wî û bi xakê hat spartin rastî gelek asteng û zehmetiyan hat. Ew miameleya li hember cenazeyê rewşnebîrekî Kurd jî rastî nerazîbûnê hat.
Nivîskar, helbestvan û wergêrê Kurd Zeynel Abîdîn Han roja 25ê Sibatê li bajarê Berlîn ê Almanyayê di encama celteya dil de canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî rewşenbîrê Kurd duh li Gimgima ser bi Mûşê ve bi xakê hat spartin.
Lêbelê heta ku cenazeyê wî nivîskarê Kurd gihişt bajarê xwe bo ku lê bê veşartin, rastî gelek astengiyan hat.
Li gor zanyariyan, piştî ku cenazeyê Zeynel Abîdîn Han ji balafirxaneyê hat wergirtin, bi wesayîta ser bi Şaredariya Mûşê ve ber Gimgimê bi rê ket, lêbelê di rê de pêşiyê ji aliyê polîsan ve bi awayekî keyfî ew wesayît hat sekinandin.
Piştre jî bi fermana Şaredarê Mûşê Feyat Aslan ku ser bi AKPê ve ye, cenazeyê wî rewşenbîrê Kurd ji wesayîta ser bi wê şaredariyê ve anîn xwarê û kesûkarên wî, termê Zeynel Abîdîn Han bi wesayîteke din a sivîl gihandin Gimgimê.
Lêbelê li Gimgimê jî vê carê şaredarê wê navçeyê ku weke qeyûm li şûna şaredarê ser bi HDPê ve hatibû danîn, rê neda ku mela nimêja cenazeyê wî rewşenbîrê Kurd bike.
Ev miameleya li hember cenazeyê Zeynel Abîdîn Han rastî nerazîbûnê hat.
Remziye Tosun, Parlamentera HDPê ya Şirnexê, li ser vê yekê li ser hejmara xwe ya Twîtterê ragihand, “Tehemula wan ji mirî û saxê Kurdan re nîne. Hûn dê di nefreta xwe de bifetisin.”
RÛDAW