Mezopotamya Dans wê 15 saliya xwe bi Dengbêjan re pîroz bike


Mezopotamya Dansê ji bo 15 saliya xwe projeyek amade kiriye û di vê projeyê de cih daye dengê dengbêjan. Navê projeya wan “Bi Dengê Dengbêjan e.” Yeşîm Coşkûnê koreografiya vê projeyê amade kiriye ku di projeyê de li gel Nazli Dorukê wê dansê bike. Yeşim Coşkun û Nazli Doruk di vê dansa xwe de dengê Meryem Xan û Sûsika Simoyî bi kar anîne.

Her weha Serhat Kural jî bi tena serê xwe di berdewamiya projeyê de bi dengê Şakiro wê dansê bike.

Serhat Kûral yek ji avakarên Mezopotamya Dansê ye û niha li gel Yeşîm Coşkûnê komê bi rê ve dibe derbarê 15 saliya Mezopotamya Dansê û projeya xwe de ji bianetê re axivî.

Derbarê Mezopotamya Dansê de

Mezopotamya Dans di sala 2005ê de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hatiye avakirin. Li gel Yeşim Coşkun û Serhat Kûral heta niha bi dehan dansêran di vê komê de cih girtiye. Beriya ku kom were avakirin endamên komê muzîkala Mem û Zînê di sala 2003yê de amade kir û bingeha Mezopotamya Dansê bi vî awayî hate avêtin.

Komê heta niha li gelek deverên cîhanê di gelek festîval û bernameyan de performansên bi navê “Navber” (2005), “Bê zeman û bê ziman” (2006), “Sînor” (2008), “Destana Kawayê Hesinkar” (2009), “4Kapı 40makam” (2011), “Jenosît” (2012), “Leyla” (2015) û hinên din amade kirine. (FD)

Ferid Demirel bianet Kurdî editörü. Marmara Ünivesitesi Gazetecilik Bölümü mezunu. Aynı okulda ve aynı bölümde yüksek lisans yapıyor. Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw TV ve Sputnik Kurdistan’da muhabir, editör, haber müdürü ve şef editör olarak çalıştı. "Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle: Türkiye'de 9 Gazete" kitabına katkıda bulundu.

BÎANET