Mesrûr Barzanî serperiştî ya civîna Civata Bala ya Abûrî ya Herêma Kurdistanê dike


Evro Dûşşembîyê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştîya yekemîn Civata Bala ya Abûrîya Herma Kurdistanê kir.

 Di civînê de, ku Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê û hejmareka wezîr û parêzgarên Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û mîkanîzma pêwîst û pêşxistina abûrîya Herêmê hat gengeşekirin.

Serokê hikumetê tekez li ser giringî ya sîyast û nexşerêyeka zanistî kir ji bo pêşxistna abûrîya Herêmê bi zêdekirina dahatê bi arasteya dûbare rêkxistina dahatan û rêgirtin ji xwe vedizînê ji bacê û kêmkirina xercîyên nepêwîst.

Serokê hikumetê amaje bi karname ya kabîneya nehem da, ku yek ji armancên wê yên herî pêşîn hemecorkirina çavkanîyên dahatê û handan û pêşkeşkirina sanahîkarîyên pêwîste bo weberhênerên navxweyî û bîyanî. Dîveyeke berfirhetir û baştir bo weberhînanê di tevaya kertan de, girigîdan bi kerta çandinê û vedîtina bazarî bo berhemên hindûrî.

K24