top of page

Mesrûr Barzanî: Seîd Gabarî bi stranên xwe roleke wî ya berçav di piştevanîkirina Pêşmerge de hebû


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata hunermendê Kurd Seîd Gabarî belav kir, ku ji ber nexweşiyê îro koça dawiyê kir.

Hunermendê Kurd ê navdar Seîd Gabarî ji ber nexweşiyê, îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê dike, hunermend Seîd Gabarî xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kiriye û bi riya stranên xwe roleke wî ya berçav di piştevanîkirina Pêşmergeyan de hebû.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi mixabineyeke mezin ve, nûçeya koça dawiyê ya hunermendê niştimanperwer Seîd Gabarî bihîst. Hunermend Seîd Gabarî xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kiriye û bi riya stranên xwe roleke wî ya berçav di piştevanîkirina Pêşmergeyan de hebû. Sersaxiyê li malbata wî dikim. Xwedêyê mezin giyana wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê bi kesûkar û dostên wî bibexşe.

K24

S. B

bottom of page