Mesrûr Barzanî: Nabe mijara Mûçeyê wek karteke sîyasî û sizadanê li dijî hevwelatîyên Herêmê bihête

Evro Dûşembîyê, 27/4/2020 serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî kir li nwênerê sekiretêrtê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, Cînîn Pilasxart.
Di wê dîdarê de, ku nwênerê rêkxistîya Tenduristî ya Cîhanî li Îraqê, Dr. Edhem Îsamyîl amade bû, gotûbêj hatin kirin derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û hewlên pêkhînana hikumeta nû ya Îraq û rêkarên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê rûnahî xiste ser biryara neyasayî ya birrîna pişke budce ya Herêma Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve, ku nîveya mûçeyên fermanberên Herêmê ye û tekez kir, ku biryareka ne yasayî ye û givaşeka sîyasîye li dijî hevwelatîyên Herêma Kurdistanê.
Xuya jî kir, her ji destpêka destbikabûna kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, me serdana Bexdayê kir û nîyet pakijî ya xwe nîşanda bo çareserkirina arîşeyan li ser binema ya Destûrê û çendîn pêşnîyaz bo çareserkirina arîşe yên helawîstî pêşkeş kir. Di encam de, li dawîya sala burî, hikumeta Herêm û hikumeta Bexdayê gerhiştin ji hevtêgehiştineka beş derbarê petrol û şayîste yên darayî yên Herêmê bi awayekê ku hikumeta Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê radestê Bexdayê bike û hikumeta Fedral jî, gujme ya 900 milyon Dolaran wek mûçe û şayîsteyên darayî bo Herêma Kurdistanê bişîne, lê cihê daxêye dûv re karbidestên Bexdayê amade nebûn cîbicî bikin.
Serokê hikumeta tekez li ser wê yekê jî kir, ku nabe hikumeta Fedral mijara mûçe û şayîsete yên darayî yên Herêma Kurdistaê wek karteka sîyasî û sizadanê li dijî hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bikar bihîne ku ev dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hevwelatîyên Herêmê ye.
Derbarê hewlên pêkhînana hikumeta nû ya Îraqê jî, serokê hikumetê, hevkarî û piştîvanîya Herêma Kurdistanê bo pêkhînana kabîneya nû derbirî li ser binemaya hevpişk û pabendbûnê bi destûrê.
Di tewereke dîya dîdarê de, rêkarên rûbirûbûna Koronayê li Herêma Kurdistanê gengeşe kirin.
Nwênera Rêkxistîya Tenuristîya Cîhanî li Îraqê, stayîşa hikumeta Herêma Kurdistanê kir bo rêkarên xweparêzîyê û supasîya serokê hikumeta Herêma Kurdistnê kir û got: Ezmûna hikumeta Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna Koronayê û girtinebera rêkarên xweparêzîyê gelek serkevtî û newazeye û cihê şanazîyê ye.
K24