Mesrûr Barzanî mûçeya xwe dide kempîna rûbirû bûna Koronayê

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku tevahiya mûçe û şayisteyên xwe yên darayî pêşkêşî kesên kêmdahat û kempîna rûbirû bûna Koronayê kiriye.
Mesrûr Barzanî spasiya kesên ku beşdarî di kempîna rûbirû bûna Korona û hevkarî kirina kesên kêmdahat kiriye, ragihandiye ku ev jî weke welatiyek tevahiya mûçe û şayisteyên darayî yên xwe yên ku weke Serokwezîr wan werdigire, pêşkêşî kempîna rûbirû bûna Korona û welatiyên kêmdahat dike.
KTV