Mesrûr Barzanî: Kesên rênimayan binpê bikin dê bi tundî bêne cezakirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19ê) û dibêje ku kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de binpê bike dê bi tundî were cezakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber zêdebûna hejmara tûbûyên vîrusa koronayê bi taybetî li Silêmaniyê, peyamek belav kir û têde hişya rî da wan kesên ku pabendî rênimayên rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de nebin.
Mesrûr Barzanî dibêje ku ew kesên pabendê tedbîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li hember metirsiya belavbûna koronayê nebin dê bi tundî werin cezakirin.
RÛDAW