top of page

Mesrûr Barzanî ji rewşa ewlehiyê ya derdora Xaneqînê nîgeran e


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên şehîdên şeva bûrî ya gundên Dara û Mêxasê li sînorê qezaya Xaneqînê kir, ku di êrîşeke teroristî de şehîd bûbûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî arastekirina serxweşiyê, tekeziyê li wê dike, pêwîst e bi hevahengî û hevkariya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de, aramî ji wan navçeyan re vegerînin û ser û malên welatiyên navçeyê biparêzin.

Şeva bûrî di êrîşeke teroristî de li ser du gundên Kurdên Kakayî Dara û Mêxasê de, ku 7 welatî şehîd bûbûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.

Deqa peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:  

Mixabin şeva bûrî di encama êrîşeke teroristî de li ser gundên Dara û Mêxas yên ser bi qezaya Xaneqînê ve, hejmarek xwişk û birayên Kakayî şehîd bûn û çendîn kesên dijî birîndar bûn.

Pirse û serxweşiyê li malbat û kesûkarên wan şehîdan dikin û xwedêyê mezin giyanên wan bi bihuştê şad bike û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran dixwazin.

Em di demekê de gelekî ji wê rewşa nearam a wan nevçeyan nîgeran in, di hemen demê de tekeziyê li mîkanîzma hevkariya ewlehiyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal li Bexdayê û girîngiya hebûna hêza Pêşmerge li wan nevçeyan dikin, ji bo bi hevkarî û hevahengiyê bi artêşa Iraqê re, aramî ji wan navçeyan re vegerînin û ser û malên welatiyên wan navçeyan biparêzin.

K24

S. B

bottom of page