Mesrûr Barzanî: Hevpeymaniya Amerîka û herêma Kurdistanê gelek giringe

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Munchenê li gel wezîrê berevaniya Amerîkayê Mark Esper civiya.
Îro 15.02.2020ê di duyem roja civînên konferansa Munchenê de serokwezîr Mesrûr barzanî li gel wezîrê berevaniya Amerîkayê Mark Esper civiye û di civînê de guhertin û pêşketinên rewşa Iraq û navçeyê hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de wezîrê berevaniya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, ku herêma Kurdistanê hevpeymanekî giring ê Amerîkayê ye li navçeyê û got: ‘’Em piştevanî kirin û rahênana Pêşmerge bo tekoşîna dijî teror û gefên DAIŞê dê berdewam bikin.’’
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê spasiya piştevaniyên Amerîkayê kir û diyar kir, hevpeymaniya Amerîkayê û herêma Kurdistanê gelek giringe bo parastina asayîş herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê hemûyê.
BasNews