top of page

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê cihê aştî û pêkvejiyanê dimîne


Kenala “TG2000”a Îtalî hevdîtinek bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re piştî serdana wî bo Papayê Vatîkanê kir û tê de rewşa pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û encamên serdana xwe diyar kir.

Derbarê serdana xwe bo Papayê Vatîkanê de, Mesrûr Barzanî ragihand: “Civîna me bi Qedaseta Papa re, ji me re cihê şanaziyê bû, me spasiya xwe gihande wî û me daxwaza piştevaniyê kir, ji bo aramiya navçeyê û gelê me”.

Ragihand jî: “Kurdistan bûye cihekî aram ji gelek xelkê ku ji ber DAIŞê revaniyane, şanaziyê bi wê dikin ku me kariye pêşwaziyê li milyonek û 100 hezar kes bikin, ku hîna bi hezaran koçber ji Sûriyê tên, me ev tişt hemû bi Papa re behs kirin, ku zanyarî û agahdariya wî ya baş hebû, derbarê karê em dikin, ew bi me re hevnerîn bû”.

Bi bersiva pirsa Herêma Kurdistanê çawa serederiyê bi kêmaniyên olî re dike, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Kurdistan xaka aştî û pêkvejiyanê ye, bi dirêjahiya çend sedsalan wiha bû û dixwazin wiha berdewam bin û wiha bimînin. Em navê kemîne li wan nakin, belkû xelkê ku baweriyeke wan a din heye nav lê dikin, em dixwazin ew dilniya bin, her dema pêwîstiya wan bicihekî hebe, dikarin bên Kurdistanê”.

S. B

K24

bottom of page