top of page

Mesrûr Barzanî: DAIŞê niha ji 2013ê zêdetir endam hene


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî agihand ku sedemên derketina DAIŞê bi temamî ji holê nehatine rakirin û niha wê rêxistinê ji sala 2013an zêdetir çekdarên xwe hene.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de êigel televîzyona France 24 behsa rewşa Herêma Kurdistan, pirsgirêkên Iraq û plana çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kurdistaneke bihêz kir.

Derbarê pirsgirêkên Iraq û berdwambûna xwepêşandanên û raspardina serokwezîrê nû de Mesrûr Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi başkirina peywendiyên lige Bexdayê û pêşketinên baş di wan peywendiyan de hatine bidestxistin û niha pêwîst e kar li ser rêkevtina dualî bikin û li berjewendiyê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de be û got: “Em piştevaniya daxwaziyên rewa yên xelkê Îraqê dikin û hêvîdar in, ku namzetê raspartî ji bo postê Serokwezîr ê Iraqê ji aliyê xelkê û aliyên siyasî ve, bê piştevanîkirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku tişta li Bexdayê rû dide, ji ber xerabiya birêvebirinê ya salên borî bûye.

Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku hejmarek zêde ya xwepêşanderên li Iraqê daxwaza çaksaziyan dikin, Hêvî dikin, gendelî nemîne û desthilatek baş hebe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di rastiyê de serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî hemû hewla xwe da lêbelê weke pêwîst aliyên din ê siyasî palpiştiya wî nekirin ku ew bikare ajandaya xwe cîbicî bike.

Mesrûr Barzanî herwiha amaje kir ku bi temamî hêj gefa DAIŞê ji holê nerabûye û heta ku metirsiya DAIŞê berdewam be pêwîstiya herêmî bi hebûna hêzên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî heye û got: “DAIŞ niha ji sala 2013an zêdetir endam heye ku êrişî Sûriyê û Iraqê bike û xelafeta xwe ava bike. Heta niha jî ew rêxistin ji hinek aliyên piştgiriyê werdigire.”

RÛDAW

bottom of page