Mesrûr Barzanî: Bila bi hevre hevkar bin daku rewşa dijwar were derbaskirin

Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî yên li Kurdistan û cîhanê kir û cejna wan jî pîroz kir. Ev naveroka peyama Serokwezîrê Kurdistanê ye;
Bi minasebeta hatina sersala nû ya Babilî( Aşûrî- Kildanî) û cejnên Ekîto pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Kildanî, Aşûrî û Sûriyanî li herêma Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hêvî dikim sala xêr, xweşî û derbas kirina ev rewşa dijwar be ku jiber belav bûna Koronayê û bandora vê ya abûrî, rastî herêma Kurdistan û cîhanê hatiye.
Daxwaz ji tevahiya aliyan dikim pêbendî tedbîr û şîretên tendirostî bin daku bi hevkariya tevahiya aliyan bikaribin ev rewşa han ya dijwar derbas bikin.
Herêma Kurdistanê mînakeke geş ya bihevre jiyana aştiyane ya olî û etnîkiye ku cîhê şanaziya me ye, hikûmeta herêma Kurdistanê tekez li ser pêbend bûna xwe ya bo parastina mafên tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane dike.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
31.3.2020
KTV