top of page

Mesrûr Barzanî: Bi hevkarîya hevdû evê qonaxê derbaz dikîn


Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi bone ya hatina Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî peyamek belav kir. Ev jî deqa wê peyamê ye:

Peyama serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî gelê Kurdistanê bi taybetî pêşmergeyên qehreman û malbeta serfiraz ya şehîdan dikim. Hêvî dikim Newroz bibe sedema xêr û xweşiyê bo xelkê Kurdistanê. Weke tê zanîn îsal jiber belav bûna Korona û bandora vê ya abûrî, di rewşeke dijwar de ev cejna han ya nîştimanî pîroz dikin, jiber pêbend bûna we bi şîret û tedbîrên tendirostî yên ku bo parastina we yên hêja hatine stendin weke kêm kirina hatûçûyê, spasiya we dikim. Pişt rast bin ku bi hevkariya hev û du ev qirîza han jî derbas dibe, weke çawe di demên derbasbûyî de bi berxwedan li ser gelek rewşên dijwar de zalbûn. Hêvî dikim astengên ku hatine pêş bibin derfetek bo bi xwe de çûn û xwe parastina zêdetir di pêşerojê de, ev rewşa han di warê abûrî de jî zêdetir hana me dide daku berdewam bin li ser cîhbicîh kirina prosesa reformên darayî û îdarî ku yek ji karên herî li pêş yên kabîneya 9an ya hikûmeta herêmê ye, bi taybetî ku di destpêka kar kirinê de me tekez li ser siyaseta pir reng kirina abûriya herêma Kurdistanê û pişt nebestin bi yek çavkaniya dahatê kiriye, ew rewşa han jî wisa dike ku em li ser reforman biîsrar bin. Newroza we pîroz be û hêvî dikim Kurdistan jî bihêztir û awedantir be

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 20.3.2020

K24

bottom of page