top of page

Mesrûr Barzanî êrîşa ser hêza Hevpeymanan bi tundî şermezar dike


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de, bi tundî êrîşa şeva bûrî ya li ser serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê ya tê de hejmarek rahêner û şêwirmendên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî cane xwe jidest dane û birîndar bûne şermezar kir.

Duhî serbazgeha Tacî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û di encamê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatin kuştin û 11 serbazên din birîndar bûn.

Di daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazanî hat:

“Bi tundî wê êrîşê şermzar dikin, ku şeva bûrî li ser serbazgeha Tacî li Iraqê bûye û bûye sedema canjidestdan û birîndarbûna hejmarek rahêner û şêwirmendên hêzên Hevpeymanan.

Pirse û serxweşiyê li kesûkar û hevkarên wan dikim û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran re dixwazim.

Ev di demekê de ye, hîna gefa terorê li Iraq û navçeyê berdewam e, ev cura kiryar, zemînê bo bihêzbûna grûpên tundrew peyda dike. Li nava Iraqê pirsgirêka tenduristî, aborî û ewlehiyê fişara mezin li ser welatiyan durist kiriye, ji ber wê  alozkirina rewşê, ziyanê digihîne Iraq û tevahiya gelên navçeyê.”

S. B

K24

bottom of page