top of page

Merkel bo dîtina vaksîna koronayê daxwaza hevahengiya navdewletî dike


Rawêjkara Almanyayê bo dîtina vaksînekê li dijî vîrusa koronayê daxwaz dike li ser asta cîhanê hevahengî di navbera welatan de hebe.

Rawêjkara Almanyayê dibêje, ev vîrus bo ser hemû kesekî metirsî ye û eger heye hemû kes pê bikeve, loma divê li ser asta cîhanê rûbirûyê vê vîrûsê bibin û hewlên dijî vîrûsê hewlên hevbeş bin.

Merkel daxwazê ji welatan dike ku bo dîtina vaksînekê li dijî vîrusa koronayê, hevahengî di navbera welatan de hebe.

Rawêjkara Almanyayê herwiha ragihand ku hikûmeta Almanyayê di ware darayî de dibe hevkar bo dîtina vaksînekê li dijî vîrusa koronayê.

Merkel wiha axivî: “Dibe her kesek bi vê vîrusê bikeve, lewra erkê me ye ku bi hev re li ser asta cîhanê hevaheng bin. Ev ne tenê derfeteke ku bi hev re kar bikin, lê ez dibêjim ev pêdiviyeke jî. Hevdem Almanya rûbirûyê vê berpirsyaretiyê dibe, loma dema ev vaksîn tê dîtin û tê pêşxistin, fêdeya wê digihe hemû aliyan.”

RÛDAW

bottom of page