Meha berê 1200 kes ji rojavayê Kurdistanê penayê başûrê Kurdistanê kirin

Hate ragihandin, ku meha berê 253 malbat ji rojavayê Kurdistanê ji derveyî rêyên fermî wekî penaber ji rojavayê Kurdistanê hatine başûrê Kurdistanê.
Ofîsa Şingalê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) destê alîkariyê gihandiye wan penaberan, ku hejmara wan 1200 kes in û li Kempa Berdereş hatine bicîh kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel gelek dezgehên xêrxwazî yên cîhanê dinav hevahengiyê de kar dike û alîkariya xwe bo penaberên ji rojavayê Kurdistanê didomîn e.
Herweha berpirsên Kempa Berdereş ji K24 re ragihandin, ku hemû pêwîstiyê sereke yên rojane ya penaberan dabîn dikin.
Piştî êrîşên Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê, bi hezaran sivîl penayê başûrê Kurdistanê kirin.
C.B
K24