top of page

Meşa HDPê îro li Enqerê bi dawî tê


Meşa HDPê ku ji Edirne û Colemêrga Bakurê Kurdistanê ber bi Enqere hatibû destpêkirinkir, îro bi dawî tê.

Biryar e şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bigihije Enqereya paytexta Tirkiyê û demjimêr 17.00 li Parka Parlamentoyê bi beşdariya hejmareke rêxistinên sivîl, endam û alîgirên wê partiyê kongreyeke rojnamevaniyê bê encamdan û dawî li wê meşê bê anîn.

Tevî rêgirtina polîsan, roja 15 Hezîranê, HDPê ji du aliyan ve dest bi meşa xwe kiribû, HDPê bi dirêjahiya meşê li bajarên Edirne, Stenbol, Colemêrg, Wan, Batman, Amed, Dîlok, Riha û Edena li gel rêxistinên civaka sivîl civiyan.

HDPê piştî ku mafê parlamenteriyê ji Leyla Guven û Musa Farisogullari hat wergirtin, roja 15ê Hezîranê ber bi Enqerê ve bi navê ‘Meşa Demokrasiyê ya Dijî Derbeyê’ dabû destpêkirin.

Piştî biryara HDPê li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya encamdana çalakiyan hatibû danîn û hatinûçûna bo wan wan bajaran hatibû ragirtin.

RÛDAW

bottom of page