Mazlûm Kobanî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Fermandarê Giştî yê HSDê spasiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin ku bi lez bersiva daxwaza wan a bo hevkariya rûbirûbûna koronayê daye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, li hejmara xwe ya xwe Twîtterê peyamek belav kir.
Di wê peyama xwe Fermandarê Giştî yê HSDê, spasî û minetdariya xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
General Mazlûm Kobanî got, “Spas û pêzanîn bo Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî ji bo bidengvehatina bilez û ciwanmêrane li ser dawakariya me ya bo şandina 2 taqîgehên pizîşkî ji bo aşkerekirina vîrusa koronayê.”
Fermandarê Giştî yê HSDê tekez jî dike ku hewldan û hevkariyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, “ji bo şandina zêdetir taqîgehan ji bo piştevaniya hewlên me bo rûbirûbûna vê petayê” dê berdewam bikin.
Ev yek di demekê de ye ku bi biryara Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir sê rojan weke hevkariya mirovî 2 tîmên bijîşkî ligel kelûpelên pêwîst ên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
Tîmên bijîşkî yên ji Herêma Kurdistanê çûnê, di warî pişkinîn û kerentînê de hevkariya tîmên tendirustiyên Rojavayê Kurdistanê dikin û herwiha bo 26 kesan jî rahênanî kirine.
RÛDAW