top of page

Mazlûm Kobanî pîrozbahî li ENKSê kir


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî pîrozbahî li biryara Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya vekirina ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê, kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe twîtterê derbarê ENKSê ya vekirina buroyên xwe li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ew biryar li ENKSê pîroz kir û got, ku ew gaveke girîng e di warê avakirina baweriyê de.

Mezlûm Kobanî dibêje, ku ew wê gava ENKSê, ya di derbarê vekirina ofîsên wê yên girtî de pîroz dike, û pabendbûna xwe ji bo jihevnêzîkirina nerînan û yekrêziya Kurdan tekez dike.

Kobanî li ser twîttera xwe wiha dibêje: “Biryara birayên ENKSê ya ji nûve vekirina buroyên xwe li Rojava, gavekî girîng e û di çarçoveya gavên avakirina baweriyan de ye. Em li vê gavê silav dikin û diyar dikin ku em dê tevahî kedê bidin da ku nêrînên herdu aliyan nêzîkî hev bikin û yekitiya Kurdî ava bikin, ku li gorî wê her aliyek berpirsyartiyên dikeve ser milê wî, bicîh bîne û bi awayekî çalak çareseriyekî dadwer ji bo doza Kurdî ya li Sûriyê bibîne."

Mazlûm Kobanî bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê însiyatîfek ragihand. Ew helwesta Kobanî heta niha ji aliyê gelek partî û aliyên Kurdî ve bi erênî hate pêşwazîkirin.

RÛDAW

bottom of page