top of page

Mazlûm Kobanî ji Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî daxwaza piştgiriyê kir


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve kir, ku piştgiriya destkevtên wan bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twittrê piştgirî da rapora Encûmena Asayişa Navdewletî ya di derbarê DAIŞê de û ragihand, ev rapor “bi hûrgilî û zelal e.”

Mazlûm Kobanî destnîşan kir, ku Tirkiyê di heremên bakurê Sûriyê yên ku dagîr kiriye, rêxistina DAIŞê zindî dike, û piştgiriyên locestîkî, mirovî û erdnîgarî dide wê rêxistina terorîstî.

General Kobanî li ser wê yekê bangê li welatên Encûmena Asayişa Navdewletî jî dike, ku bi berpirsiyarî nêzîkî vê mijarê bibin û piştgiryê bidin aramiya heremê, ku di encama şerê li dijî DAIŞê de hatiye bidestxistin.

Tirkiyê di 9ê Cotmeha 2019ê de tevî komên çekdar ên Sûrî ku bixwe piştgiriya wan koman dike, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û di encamê êrîşê de herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi dehan gundên ser bi wan bajaran dagîr kir.

RÛDAW

bottom of page