Mazlûm Kobanî derbarê danûstandinên ENKS û PYDê de daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Ebdî (Kobanî) derbarê danûstandina Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir.
Mazlûm Ebdî di vê peyama xwe de ku îro li ser hesaba xwe ya twitterê belav kiriye, piştgiriya xwe bo danûstandinên bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re nîşan dide û dibêje: “Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in.”
General Mazlûm Kobanî amaje bi qonaxa yekem a danûstandinan û lihevkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dike û hêvî dike, ku “ev lihevkirin bigihe peymaneke nû, jibo ku berjewendî û mafên rewa yên gelê Kurd misoger bike.”
Peyama Mazmûl Ebdî wiha ye: “Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in. Keda wan a pêkanîna lihevkirina pêşîn cihê kêfxweşîyê ye. Bi hêviya ev lihevkirin wê bi peymanek nû re tacîdar bibe da ku berjewendî û mafên rewa yên gelê me misoger bike.”
RÛDAW