top of page

Malbatek daxwaza zanîna çawaniya kuştina zaroka xwe di nava YPJê de dike


Malbateke zarokeke Rojavayê Kurdistanê, ku zaroka wan Nalîn Mûsa şervana YPJ bû û berî çend rojan hatibû kuştin, bang li rêxistinên Netewên Yekgirtî û mafên mirovan de dike, ta destêwerdanê bikin û sedem û çawaniya kuştina zaroka wan aşkere bibe.

Malbata Nalîn Mûsa daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de diyar kir, zaroka wan Nalîn Mûsa jidayikbûna 20. 07. 2002an e û di temenê 14 saliyê di dîroka 19. 08. 2016an tevlî Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bûbû û roja 20. 04. 2020an hatin agahdarkirin ku zaroka wan Nalîn xwe kuştiye.

Di daxuyaniya malbatê de hatiye, Malbat hat agahdarkirin ku termê Nalînê li nexweşxaneya Dêrikê ye û divê ew termê wê werbigirin, bêyî ku çawaniya kuştinê wê were aşkere bikin û bêyî çi belgeyên derbarê kuştina wê de jî pêşkêş bikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye jî, malbatê termê Nalînê wergirt û li gundê Abire yê ser bi Dêrikê bi xakê hat spardin.

Di daxuyaniyê de jî hatiye diyarkirin, bavê Nalînê hewl daye keça xwe vegerîne malê, ji ber ku ew hîna zarok e, lê hewlên wî vala derketin.

Malbata Nalîn Mûsa dibêje, zaroka wan Nalîn di nava rêzên YPJê de hatiye kuştin û ne wê xwe kuştiye.

Herwiha diyar kir jî, li gor raporta bijîşkê dadî, gule ji rûbereke nêzîk ve li Nalînê ketiye, lê nayê zanîn kengî hatiye kuştin, ji ber ku termê wê cemidî bû. Malbat dibêje, raporta bijîşkê dadî piştî zêdetir ji meh û nîvekê ji kuştina wê hatiye nivîsandin.

Malbata Nalîn Mûsa bang li rêxistinên yasayî yên ser bi Netewên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan dikin, fişarê bixin ser Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) û serkirdatiya PKKê, ta ku çawaniya kuştina zaroka wan Nalîn aşkere bikin, ji ber ku ew endameke wan bû û ew di ber de berpisyar in.

K24

bottom of page