“Mîrê Bisqê”, Seîd Yûsivî koça dawî kiriye

Hunermend Seîd Yûsiv, ango “Mîrê Bisqê” îro li Stenbolê koça dawî kiriye. Seîd Yûsivê ku bi sedan stran çêkiriye û bi dehan kaset derxistiye di çend mehên dawiyê de ji ber nexweşiya penceşêrê li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet dihate dermankirin.
Yûsiv di saetên sibehê de çûye ber dilovaniya xwe.
Derbarê Seîd Yûsivî de
Weke “Mîrê Bisqê” dihate naskirin. Ji Qamişloya Rojavayê ye. Di sala 1947an de jidayik bûye. Bi sedan stran çêkiriye û bi dehan kaset û CD derxistiye.
Li cîhanê gelek xelat wergirtiye ku hinek ji wan ev in:
Zanîngeha Upsala ya Swêdê wêneyê wî li ser pûlekê danîye. Rêxistina Çand û Hunerê ya Yoniskoyê sêleke zêrîn ji saz û awazên wî ve belav kiriye. Peykerekî Bronzî ji aliyê Enistutuyeke Mûzîkê ve li Nerwicê jê re hatiye çêkirin. Şivan Perwer û Aynûr Dogan jî tê de gelek hunermendan stranên wî stra ye. Rêxistina UNESCOyê di sala 1973ê de li Parîsê bi wêneyê Seîd Yûsif li ser qewanekî zêrîn û bi nexş, nîgar kiriye. (FD)
BÎANET