Loqman Ebdulqadir: Vîrusa Koronayê ji çekên kîmyayî ne kêmtir e!

Serokê komeleya qurbaniyên kîmyabarana Helebcê, Loqman Ebdulqadir daxwaz ji gelê Kurdistanê kir, ji bo ku felaketek din mîna ya Helebcê neyê serê me bila her kes pêbendî şîretên tenduristiyê yên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê be.
Îro 16 Adarê, sî û duyemîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye. Ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê, îsal ti çalakiyek bo bibîranîna komkujiya Helebcê li derve nehat lidarxistin.
Bi vê helkeftê, serokê komeleya qurbaniyên kîmyabarana Helebcê, Loqman Ebdulqadir ji BasNewsê re got, qurbaniyên Helebcê li hember çekên kîmyayî bê pêdivî bûn, ji ber wê jî şehîd û birîndar bûn.
Loqman Ebdulqadir her wiha got, vîrusa Koronayê jî ji êriş û çekên kîmyayî kêmtir nîne. Ji ber wê jî bila xelkê Kurdistanê pêbendî şîretên tenduristiyê bin da ku felaketeka din mîna ya Helebcê neyê serê gelê Kurdistanê.
Serokê komeleya qurbaniyên kîmyabarana Helebcê da zanîn, biryar bû dadgeha Helebcê sibê (17 vê mehê) bo dosyeya 25 kes û şîrketên ku destê wan di kîmyabarana Helebcê de hebûye, bicive lê ji ber bêhnvedana Koronayê civîn hat betalkirin.
BasNews