Li Zummarê zarokekî 7 salî bi blokan hat kuştin

Li bajarokê Zummar ê ser bi parêzgeha Neynowa ve, termê zarokekê hat dîtin ku bi blokan hatiye kuştin.
Rêveberê bajarokê Zummarê Ehmed Ceifer Gergerî, ji Rûdawê re ragihand ku zarokekî 7 salî yê bi navê Şahîn Wîsam Selwane bi blok û keviran hatiye kuştin.
Derbarê rûdana bûyerê de jî, rêveberê wî bajarokî dibêje, duh êvarî ew zarok venegeriyaye malê, piştî ku kesûkarên wî li wî digerin, demjimêr 02.00ê şeva derbasbûyî, term wî li mizgefta Dumîz dibînin ku bi blokê hatiye kuştin.
Derbarê sedema kuştina wî zarokî de, Rêveberê Zummarê dibêje, li lêkolîna wan a destpêkê ev ji karekî terorîstî zêdetir bûyereke tawankarî ye û lêkolîna wan a li ser bûyarê berdewam e.
Bajarokê Zummarê ser bi qezaya Telefer e li parêzgeha Neynowa û niştecihên wê ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tê.

RÛDAW