top of page

Li Wan û Êlihê hin gund hatin karantîna kirin


Li Wan û Êlihê sê gund, di çarçoveya tevdîrên tendirustiyê de hatin karantîna kirin. Qeymeqamê bajarokê Sasonê yê Êlihê da xuyakirin, du gundên girêdayî bajarokê wan, bi armanca pêşîgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê hatine karantîna kirin. Da zanîn, testên çend kesên ku ji derve derbasî gundan bûne pozîtîf deketine û ji ber vê ketin û derketina wan gundan hatiye qedexe kirin. Li aliyê din Parezgariya Wanê jî daxuyakirin, gundekî girêdayî bajarokê Rêya Hevrişîmê hatiye karantîna kirin. Da zanîn, şeş pêketiyên korona li gund hatine tomarkirin û ji ber vê ketin û derketina gund bo heyama 14 rojan hatiye qedexekirin. Duh jî, Desteya Tendirustiyê ya Bajarokê Sergolê yê Semsûrê biryara karantîna kirina sê gundan û karantîna kirina navenda bajêr jî bo heyama 14 rojan dabû.

BasNews


bottom of page