top of page

Li Wanê kesekî ji ber koronayê canê xwe ji dest da


Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kesekê 70 salî ku bi gumana vîrusa Koronayê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, şeva bihorî canê xwe ji dest da. 

Kesê ku jiyana xwe ji dest daye, navê wî Hecî Gurî û 70 salî ye û xelkjê navçeya Muksê ya ser bi Wanê ve ye.

Li gor agahiyan, Hecî Gurî û hevjîna wî heftiya bihorî ji bajarê Stenbolê vegeriyabûn Muksê, û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve li mala xwe ketibûne jêr çavdêriyê û pişknînên wan hatibûn wergirtin.

Piştî ku encama pişkinîna koronayê ya Hecî Gurî pozîtîv derdikeve, ew ji bo Nexweşxaneya Wanê tê veguhastin û çareseriya wî destpê dike, lê belê şeva bihorî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan, hevjîna Hecî Gurî ya bi navê M.S û kurê wî jî hatine kerentînekirin.

Li gor amarên fermi, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 214 kesan ji ber vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane û 13 hezar û 531 kes jî bi vê vîrusê ketine, lê ji ber Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê li gor bajaran amaran belav nake nayê zanîn, ka herî zêde li çi bajarekî mirin zêde ye.

RÛDAW

bottom of page