top of page

Li Wanê hejmara yên bi koronayê ketine gihişte 503 kesan


Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê heta niha 10 kesan bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara yên bi wî vîrusê jî ketine gihişte 503 kesan. Herwiha 450 kes jî baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine.

Di daxuyaniya Parêzgariya Wanê de daxwaz ji welatiyan tê kirin ku pêbendê rênmayiyên xweparastina ji Coronayê bin û tê gotin ku heta niha li parêzgehê, “Bi giştî 503 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 450 kes baş bûne, wek tedbîr bi giştî 70 hezar kes hatine kerentînekirin, kerentînekirina 19 hezar kesan berdewam e û 10 kesan jî bi Coronayê canê xwe ji dest dane.”

Li gor parêzgariyê, kerentînekirina li Ormetaş a Elbakê, Dêr, Balya, Çûx, Ortanca ya Îpek Yolu, Hesentemrana Qerqelî, Kavlika Mehmûdiyê, Xocik, Taşdonduren a Payîzawa, Gendelovaya Tuşbayê û hinek navçeyên din berdewam e.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji ber rênmayî tên binpêkirin û welatî guh nadin qedexeyan rewşên koronayê tên dîtin û daxwaz ji welatiyan tê kirin ku li gor rênmayiyan tevbigerin.

RÛDAW

bottom of page