Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, ji ber Koronayê dîsa qedexeya derketina derve tê ragihandin

Li beşek ji Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê dîsa qedexeya derketina derve tê ragihandin.
Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li 31 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve tê ragihandin.
Ew bajarên Bakûrê Kurdistanê yên ku qedexe lê tê ragihandin, ev in: Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Entab, Urfa, Erzirom.
Li gorî agahiyên wezareta navxwe ya Tirkiyê, qedexeya derketina derve ji saet 12:00 îşev ve dest pê dike û saet 12:00 şeva 19 vê mehê xilas dibe.
Hefteya borî jî wezareta navxwe ya Tirkiyê li 31 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihandibû.
Li gorî amarên fermî, heta niha li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 1643 kes bi vîrusa Koronayê mirine, 74 hezar û 193 kes pê ketine û rewşa zêdetirî hezar kesan jî baş nîne.
BasNews