Li Tirkiyê meha Nîsanê 20 jin hatine kuştin


Platforma Em Dê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku meha Nîsanê li Tirkiyê 20 jin bi awayekî biguman ji aliyê mêran ve hatine kuştin. KCDPê raporta xwe ya meha Nîsana 2020an belav kir.

Di raportê de tê gotin ku meha Nîsanê li Tirkiyê 20 jin bi awayekî bi guman ji aliyê mêran ve hatine kuştin û destdirêjiyan ser jin û zarokan jî berdewam bûye.

Raport balê dikşîne ser vîrusa koronayê û tedbîrên ku li gelek welatên cîhanê hatine wergirtin. Li gor raportê, “Tedbîra di mal de bimîne jiyana jinan zehmettir kiriye û herî zêde jin neçarin di wan malan de bimînin ku rûbirûyê tundûtûjiyê dibin.”

KCDP, tekez dike ku di rewşa niha de divê tedbîrên cuda bo jinan bên wergirtin.

Di raportê de tê gotin ku meha Nîsanê 20 jin bi awayekî biguman ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Li gor raportê, “Nehatiye zanîn ka 14 jin ji ber çi hatine kuştin, 2 bi hincetên aborî, 4 ji ber lihevkirin redkirin û daxwaza cudabûnê kirine hatine kuştin.”

Di raportê de tê diyarkirin ku nehatiye zanîn ka jin ji aliyê kê ve û ji ber çi hatine kuştin, darizandineke baş nehatiye kirin û kesên biguman û kujeran ceza wernegirtine û heta tedbîrên baş jî neyên wergirtin dê tundûtûjî berdewam be.

RÛDAW