Li Tirkiyê û Bakur nirxê mask û lepikan 4 qatan zêde bûye

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê mask, lepik, germpîvan û amûrên mîkropkujiyê ji sedî sed heta sedî 400 buha bûne beşeke xelkê nikare van amûran bikire û xwe ji vîrusa koronayê biparêze.
Ji ber vê yekê Serokomarê Tirkiyeyê firotina maskeyan li bazarê qedexe kir. Ji vir û pê de dewlet dê her hefte serê kesek 5 maskeyan bê pere bide. Li Amedê jî hin şaredarî ji bo ku maskeyan bê pere belav bikin dest bi dirûtina maskeyan kirin.
Lijneya Zanistî ya Tirkiyeyê ji bo xwe ji vîrusa koronayê biparêzin pêşniyar dike ku her kesek li derve û li cihên giştî be maske bi kar bîne.
Li kolanên Amedê kesên ku maske ber dikin û yên ku ber nakin jî xuya dikin. Gelek kes yan li bazarê nikarin maske peyda bikin an jî ji ber buhayê wan ku zêde bûne nikarin bikirin.
Welatiyê bi navê Ugur Çîçek dibêje: “Pakêtek bikirim bi 300 TL ye. Ez rojê 150 TL qezenç dikim, çawa 300 TL bidim maskeyê?”
Welatî Alî Dursun jî got: “Wileh em nikarin maskeyan peyda bikin. Em dê li ku peyda bikin?”
Kesek bi navê Murat Cengîz jî wiha axivî: “Dipirsim li dermanxaneyan tune ye, li markêtan tune ye. Çawa dibe ez nizanim. Buha ye. Heba wê 5-6 TL ye. Berê qutiya wê 6 TL bû.
Ne tenê mask, lepik, germpîvan û amûrên mîkropkujan jî ji sedî 100 heta sedî 400 buha bûne. Xelk ji vê buhabûnê xwediyên dermanxaneyan tawanbar dikin lê ew jî tomerîfiroşan.
Rêvebirê dermanxaneyê Ferman Turan jî dibêje: “Ne sûcê me ye. Çimkî em peyda nakin. Em nikarin bibînin. Em jî weke gel in ji xwe. Gel naxwaze bikire û em jî naxwazin bifiroşin. Lewre tiştên ku berê 100 TL bû niha bûye 600 TL. Ka em çawa bi vê buhayê bifiroşin? Milet guneh e. Lê di çavê wan de em jî dibin fersendparêz.”
Ji ber ku êdî maske ketine bazara reş, Serokomarê Tirkiyeyê firotina maskeyan li bazaran qedexe kir. Ji vir û pê de dewlet dê her hefte serê her kesek 5 heb maske bê pere bide wan.
Şaredariya Peyasê dixwaze bi hilberîna maskeyan tu hejar û nexweşek bê maske nemîne.
Derbarê mijarê de Berpirsa Şaredariya Peyasê Rojîn Şan jî wiha axivî: “Em li vir 18 jin maskeyan didirûn. Ji bo nexweşên me yên ku nikarin derkevin derve, ji bo kesên di ser 65 salî re, ji bo yên pereyê wan tune ye. Em li vir maskeyan çêdikin û em dibin malên wan, dibin ber destê wan. Em rojê 3 hezar û 500 maskeyan çêdikin. Ji bo xelk mexdûr nebe em van maskeyan bê pere li xelkê xwe belav dikin.”
Tê çaverêkirin ku di nava heftiyekî de şaredariyên din ên di destê Ak Partî û qeyûman de jî dest bi dirûtina maskeyan bikin.
RÛDAW